Bexda pere û dermanî dide Mûsilê
Qeymaqamê navçeya Xurmatuyê Şelal Ebdul ji Rûdawê re got Bexdayê heta niha meaşên herêma Mûsilê ne rawestandine.
Şelal Ebdul wiha got: “Çend bijîşk û erkdarên bankayê yên girêdayê rêxistina DAIŞê li ser rêyek taybet a di nava Enbar û Bexdayê de çûne Bexdayê û bi kamyonan dermanên pêwîst û pere birine Mûsilê. Piştre jî ligel çekdarên DAIŞê û karmendên nexweşxaneyan parve kirine.”
Qeymaqamê Xurmatuyê anî ziman ku çekdarên DAIŞê ji wan pereyan beşekê ji bo xwe radikin û yên din jî didin fermadarên rêxistine.
Ebdul got çend caran jî ji navçeya Hewîce ya Kerkûkê ji bankayan pere hewale kirine û wiha domand: “Çekên bankayê yên ji wê derê werdigirin ji buhayeyê wê erzantir vedirguherînin dikin pere. Paşê ji bi wêsayîtan dibin herêmên di destê DAIŞê de.”
Hikûmeta Iraqê demekê dirêje bi hecêta ku perê wê nîne budçeya Herêma Kurdistanê naşîne.
Endamê Desteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Ehmed Hecî Reşîd jî got ti pirsgirêkên Iraqê yên peran nîne û sedema neşandina budçeya Herêma Kurdistanê jî siyasî ye.
Reşîd wiha got: “Ji xeynî dahatên petrolê dahatên Iraqê yên navxweyî jî hene. Di Banka Navendî ya Iraqê de 67 milyar dolar û ji bilî wan jî li DFIê de 3 triliyon dinarê Iraqê hene.”
Rudaw
