Ahmet Turk: Kurd razînebana operasyon sernedigirt
Duhî Ahmet Turk serdana bajarê Kobanî kir û di daxuyaniyekê de, bersiva Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan da, ku Erdogan gotibû di wê operasyonê de ti hevahengî bi kurdan re nehat kirin.
Turk wiha got: “Operasyona veguhestina tirba Şah Sulêman bi mohleta kurdan bû û eger ne bi razîbûna kurdan ba ew yek serî nedigirt.”
Hevserokî şaredariya Mêrdînê û rêveberên kantonên Cizîr û Efrînê li Kobanî bang li gelê Kurd û tevahiya cîhanê kirin ku di proseya jinûavakirina Kobanî de beşdar bibin.
Ahmet Turk û rêveberên kantonên Cizîr û Efrînê derkirina DAIŞê ji bajarê Kobanî û gundên derdora wê li rêveberiya kantona Kobanî pîroz kirin, herwiha piştgiriya xwe ji bo jinûavakirina bajêr anîn ziman.
Wê şandê piştî ku derbasî Kobanî bû, serdana goristana şehîdan li gundê Termik kirin û ji goristanê vegeriyan Hola Azadî li nav bajar û li wir behsa pêwîstiya pişgirîkirina proseya jinûavakirina wî bajêrî kirin.
Rudaw
