• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Navxoya Iraqa Federal kir

Gulan Media February 25, 2015 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Navxoya Iraqa Federal kir
Roja sêşem 24.02.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mihemed Salim Elxeban Wezîrê Navxoya Iraqa Federal û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û ew tehdîdên rûbiruyê pêkhatên Iraqê bune xistin ber behs û guftûgoyan û di derbarê êrîşên terorîstan û rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan de axivîn.

Li vê hevdîtinê de Wezîrê Navxoya Iraqê rola Serok Barzanî û hêzên Pêşmerge û serkeftin û qurbanîdana hêzên Pêşmerge li şerê dijî terorîstan de bilind nirxand. Her wiha spas û pêzanînên xwe jî pêşkêşî Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir ku bûye penageha sedan hezar koçberên navxoya Iraqê û balkişand li ser wê yekê ku eve barekî girane ketiye ser milê Herêma Kurdistanê.

Hemahengiya di navbera dezgên emniyên Herêma Kurdistan û Iraqê mijareke dinê kombûnê bû û Wezîrê Navxoya Iraqê ji bilî balkişandina li ser serkeftinên Wezareta Navxoya Herêma Kurdistanê, daxwaz kir ku Wezareta Navxoya Iraqê li bi pîşeyî kirina karubar û erkên Wezaretê de sûd ji ezmûna Wezareta Navxoya Herêma Kurdistanê werbigrê.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de peywendiyên Herêma Kurdistan û Bexdayê hatin nirxandin û tekez li wê yekê kirin ku pêwîste peywendî û diyalog û guftûgo di navbera her dû aliyan de bi berdewamî hebê ji bo çarekirina kêşeyan û hevdû têgihîştina di navbera wan û hebûna dijminekî dirinde û hevbeşê wekî terorîstên Da'îş divê teşwîq û hana Hikûmeta Iraqî û Herêma Kurdistanê bide ku hemahengî û hevkarî û nêzîkbûna wan ya zêdetir hebê.

Top