• Tuesday, 17 February 2026
logo

2 balafirên şer ên Tirkiyê ketin: 4 kuştî

Gulan Media February 25, 2015 Nûçe
2 balafirên şer ên Tirkiyê ketin: 4 kuştî
Li bajarê Meletiyê yê Bakurê Kurdistanê, 2 balafirên şer ên Tirkiyê ketin, di bûyerê de 4 pîlot hatin kuştin.

Wezîrê Hundir ê Tirkiyê Efkan Ala ragihand, îşev du balafirên şer li Meletiyê ketin ku di encamê de 4 pîlot hatin kuştin.

Hat gotin ku balafirên han saet 20:40 bi dema Hewlêrê li devera Ekincîlerê ya girêdayî navçeya Akçadagê ya Meletiyê û di dema perwerdeyê de ketine.

Heta niha nayê zanîn ew balafirên şer ên Tirkiyê çima ketine.

Rudaw
Top