Li Til Temirê hêzên kurdî pêşde diçin
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtî ya Kurd Behcet Şêxê ji nav bajarokê Til Temirê ji Rûdawê re ragihand ku heta vê gavê jî şer li rojava û başûrê Til Temirê berdewam dike û hêzên kurdî pêşde diçin.
Bi gotina Behcet Şêxê, şervanên YPGê beşekî mezin ji gundê Xêbiş yê Ereban ku nêzîkî kîlometrekî dûrî Til Temire, ji destê DAIŞê derxistine û dorpêça wê rêixistinê li ser navenda leşkeriya neçarî li wî gundî ku nêzîkî 50 kes tê de bûn, şikandin û ew kes rizgar kirin.
Şêxê herwiha got, zêdetirî 100 hemwelatiyên Aşûrî ku piraniya wan jin, zarok û kalin, ji gundê Til Şemîran û 4 gundên din yên aşûriyan ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin û niha li navenda leşkerî ya ya gundê Elhwêc hatine desteserkirin.
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtî diyar kir ku çekdarên DAIŞê vê sibehê dibistana Sînahe li nav bajarokê Til Temir topbaran kirin, lê ti ziyanên canî yên topbaran tine bûn.
Behcet Şêxê bal kişand ku xelkê Til Temir bi hemû pêkhateyên xwe ve çek hilgirtine ji bo ku bajarokê xwe biparêzin.
Rudaw
