• Tuesday, 17 February 2026
logo

“Li ser raspardeya Barzanî Pêşmerge alîkariya YPG kirin”

Gulan Media February 24, 2015 Nûçe
“Li ser raspardeya Barzanî Pêşmerge alîkariya YPG kirin”
Serokerkanê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê aşkere kir ku, Hêzên Pêşmerge di oprasyoneke hevbeş de ligel şervanên Yekîneyên Parastina Gel YPG li eniya Xanesorê û Tirbêkê bo sînorê Sûriyê, çekdarên DAIŞ`ê ji wir hatin derkirin û çend gund jî azadkirin.

Serokerkanê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ceneral Cemal Mihemed aşkere kir ku, li ser raspardeya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Hêzên Pêşmergeyên Kuridstanê piştgiriya şervanên YPG kirin û di oprasyoneke hevbeş de li navçe ya Xanesorê derbeyeke mezin li çekdarên DAIŞ`ê xisitn û çend gundên wî sînorî azad kirin.

Herwiha Cemal Mihemed got: “Navçe ya Xanesorê dikeve çiyayê Şingalê li hember sînorê Rojavayê Kurdistanê ye û ji wir çekdarên DAIŞ`ê êrîşe dikirin ser Hêzên Pêşmerge û şervanên YPG`ê, lê di encama wê oprasyonê de Hêzên Pêşmerge karîbûn bighêjin sînorê Rojavayê Kurdistanê û bighêjin armancên arsteqîneyên xwe ku, wek çawa di pêşî de nexiş bo hatibû danîn çekdarên DAIŞ`ê ji wê navçeyê hatin derkirin û ew operasyon roja Duşemê 32-2-2015`an li demijmêr 11 yê beyanî destpêkir û herdu eniyên Tirbêk û Xanesorê vegirtin.”

Cemal Mihemed aşkere jî kir ku, ew operasyon demeke plan bû hatibû danîn, lê duh hat bicihkirin û li ser rasparde ya Serok Barzanî, Hêzên Pêşmerge di operasyonekê de ligel şervanên YPG`ê, bi topavêjan û çekên giran pêgehên çekdarên DAIŞ`ê li Rojavayê Kurdistanê topbarankirin, herwiha firokeyên şerên hevpeymanan jî rola wan di wê oprasyonê de hebû.

Ceneral Cemal amaje bi wê yekê jî kir ku, li eniya Xanesorê gundên Bîrqasim, Til Mşêrif, Bîrcarî, Hesawêk, Bîbî û Benî Seh azadkirin ku, tevahiya wan gundan dikevin sînorê Başûrê Kurdistanê, piştre Hêzên Pêşmerge û şervasnên YPG`ê berve sînorê Rojavayê Kurdistanê û li wir dirêjî dan wê operasyonê û gundên bi navên Omeye Û Qortepe ji aliyê şervanan ve hatin azadkirin, çekdarên DAIŞ`ê bi temamî di wê operasyonê de têkçûn û paşvekêşan kirin û li ser destê Hêzên Pêşmerge û Şervanan şikestinxwarin, hevdem hejmareke pir ji termên çekdarên DAIŞ`ê li qadên şer de mane.

Serokerkanê Pêşmerge got jî: “Li eniya Tirbêkê bo sînorê rojava, sê gundên din hatin azadkirin ew jî bi navên Xuzaie, Termîme û Filîme ne û wê operasyonê wiha kir ku, metirsiyên DAIŞ`ê li ser çiyayê Şingalê nemîne û rêya terorîstên DAIŞ`ê ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bo gihîştina Şingalê di wî sînorî re were birîn.”

Basnews
Top