5 Pêşmerge li Tirkiyeyê şehîd bune
Li gorî amarên nexweşxaneya Dihokê, heta niha 140 pêşmergeyên birîndar bo derve hatine veguhestin, ku piraniya wan li nexweşxaneyên Tirkiyeyê ne.
Karwan Hesen, ê 23 salî, Pêşmerge ye û di şerekî li dijî DAIŞê de birîndar bûye û niha di nexweşxaneyekî Dihokê tê dermankirin.Wek ew dibêje, 2 caran çûye Tirkiyeyê, lê ti sûd li wir nedîtiye. “Heta li vir ji min re dibêjin saçme di laşê te de mane.”
Karwan ku xelkê bajarê Zaxo ye ji Rûdawê re dibêje: “Li Tirkiyeyê, destpê eleqeya wan ligel me baş bû, lê vê dawiyê gellekî hatin guhertin. Ez 4 mehan li wir mam. Piraniya pêşmergeyan gilî ji pijîşkan dikirin.”
Lewma Karwan biryar da ku li Kurdistanê were emeliyat kirin, ku saçmeyên di lingê wî de werin derxistin.
Di destpêka şerê li dijî DAIŞê de, Wezareta Pêşmerge biryar da ku, pêşmergeyên birîndar ên ku li Kurdistanê nayên çareserkirin, bo derve werin şandin bi taybetî jî bo Tirkiyeyê, ku li wir 2 nexweşxane hatine destnîşankirin, ew jî nexweşxaneya Batmanê û ya din jî nexweşxaneyek e li Enqereyê.
Neqîb Serbest Cemîl ku li navçeya Rebîeyê birîndar bûye, heta niha 3 caran li nexweşxaneya Batmanê hatiye emelyatkirin, wiha dibêje: “Destê min birîndar e, heta niha 3 caran çûme Tirkiyeyê. Ez di wê baweriyê de bûm ku ezê di 10 rojan de baş bibim, lê heta niha ez baş nebûme û birîna min roj bi roj pir xerabtir dibe.”
Cemîl dibêje: “Ne ji ber ku baweriya min bi pisporiya pijîşkên Tirkiyeyê nîne, lê gellek gumana min ji wan heye. Bi awayekî rast xizmeta birîndaran nakin. Tevahiya birîndaran gilî ji wan dikin.”
Neqîb Serbest Cemîl soz daye ku eger destê wî li Kurdistanê were jêkirin jî, careke din neçe Tirkiyeyê û dibêje: “Ez ji her kesî re dibêjim, bila pêşmergeyên birîndar li wî welatî neyên çareserkirin, bi taybetî jî yên ku di sing û serê xwe de birîndar bûne, ji ber ku ez piştrast in li şûna dermankirinê dê wan bikujin.”
Heta niha hejmarek fermandarên pêşmergeyên birîndar li Tirkiyeyê canê xwe ji dest dane, ji wana jî Fermandarê Hêza Antî terorê li Dihokê Şêx Ehmed Mizûrî û lîwa Tahir Gulî û Neqîb Remezan, ku vê yekê jî guman li ba xelkê çêkir.
Rêber Hesen, ligel birayê xwe yê birîndar diçe Tirkiyeyê, lê birayê xwe kêmendam ji wir vedigerîne. Rêber dibêje: “Ez daxwaz ji hemû aliyên pêwendîdar dikim ku haya wan ji vê metirsiyê hebe, ez piştrast in ku % 80 ji wan birîndaran di rewşeke pir xerab de vedigerin Kuristanê.”
Wezareta Pêşmerge komîteyek şand Tirkiyeyê
Wezareta Pêşmerge li Dihokê haya wan ji van gumanan heye, Serokê Komîteya Nexweş û Birîndarên Pêşmerge li Dihokê Eqîd Selvan Ebdulkerîm ji Rûdawê re dibêje: “Ji ber nêzîkbûna wî welatî bo Herêma Kurdistanê me birîndarên xwe şandin wir.”
Selvan Ebdulkerîmwiha domand: “Piştî ku çend gilî ji me re hatin ku gumana wan heye, ew birîndarên li Tirkiyeyê şehîd bûne, pijîşik sedema wê bûn, me komîteyek şand wan nexweşxaneyan, lê heta niha ew komîte negihîştiye wê baweriyê ku ew guman rast in, lewma lêkolîn berdewam dikin.”
% 80 ji birîndaran xelkê Dihokê ne
Herwiha li gorî Emîd Segvan, “Heta niha ji wan birîndarên ku ez wan nasdikim ku li Tirkiyeyê tên dermankirin, 5 fermandar li wir çehîd bûne.”
Wî fermandarê Pêşmerge da zanîn ku, “% 80 ji birîndarên şerê DAIŞê xelkê Dihokê ne, ku tenê ji bajarê Dihokê 180 birîndar bo Tirkiyeyê hatine veguhestin.”
Rudaw
