• Tuesday, 17 February 2026
logo

Pêşmerge rey serekî ya Şingal-Rojava kontrol kirin

Gulan Media February 24, 2015 Nûçe
Pêşmerge rey serekî ya Şingal-Rojava kontrol kirin
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê rêya serekî ya di navber Şingal û Rojavayê Kurdistanê de kontrol kirin, ev yek jî rê li pêş azadkirina Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve xweş dike.

Duh 23.02.2015, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê rêya serekî ya navbera Şingal û Rojavayê Kurdistanê kontrol kirin, bi vê serkeftinê jî rêya veguhestina çekan di navbera her du aliyan de li pêş çekdarên DAIŞlê hat girtin.

Kontrolkirina rêya serekî ya Şingal-Rojavayê Kurdistanê piştî wê yekê hat ku, Pêşmergeyên Kurdistanê 10 gundên wê navçeyê ji dest çekdarên DAIŞê derixstine.

Azadkirina wan gundan û kontrolkirina rêya serekî ya Şingal-Rojavayê Kurdistanê, rê li pêş azakirina Şingalê ji dest çekdarên DAIŞê xweş dike.

Ji aliyek din ve Hêzên Pêşmerge û şervanên Kurd navçeya bermaber Şingalê li Rojavayê Kurdistanê, proseta paqijkirina her du aliyên sînor ji çekdarên DAIŞê destpêkirin.

Di heman operasyonê de, şervanên Kurd û Hêzên Pêşmerge karîn du gundên Rojavayê Kurdistanê ji dest çekdarên DAIŞê azad bikin.

Azadkirina wan her du gundan piştî wê yekê hat ku, Hêzên Pêşmerge û firokeyên hevpeymanan pêgehên çekdarên DAIŞê li her du gundên Rojava topbaran û bombebaran kiribûn.

Basnews
Top