• Tuesday, 17 February 2026
logo

Arinç: Qendîl rê li ber ragihandina çekdanînê digire

Gulan Media February 24, 2015 Nûçe
Arinç: Qendîl rê li ber ragihandina çekdanînê digire
Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç berpirsên KCKê li Qendîlê tometbar dike ku rê li ber çekdanîna gerîlayên PKKê digirin.

Berdevkê Hikûmeta Tirkiyeyê Bulent Arinç piştî civîna Encûmena Wezîrên di daxuyaniyekê de got, niha top li qada HDPê ye û hikûmet niha li benda helwesta HDPê ye.

Alîkarê serokwezîrê Tirkiyeyê da zanîn ku ev demeke dirêj e ew li benda ragihandina biryara çek danînê ne, lê bi gotina wî , Qendîl rê li ber ragihandina çekdanînê digire.

Arinç şeva borî diyar kir ku şanda HDPê niha li Qendîlê ye û hîn venegeriya ye û dema ku vegere ewê daxuyaniyê bidin.

Duhî parlamenterê HDPê Sirri Sureya Onder û Endama Kongreya Jina Azad (KJA) Ceylan Bagriyanik ji bo ligel berpirsên KCKê bicivin, serdana Qendîlê kirin.

Rudaw
Top