DAIŞê 90 welatiyên Aşorî ji Til Temir revandine
Duh, 23ê Sibatê, çekdarên DAIŞê êrîş kirine ser bajarokê Til Temir û gundewarên wê, ku navçeyeka Aşoryan e, û şerekî giran di navbera çekdaran û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li wêde derket.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, alîkariyên leşkerî, di nav wan de leşker, çekên giran û otombîlên gulenebir, gehiştine şervanên YPGê li eniyên şerê li dijî DAIŞê li Til Temir û derdora wê.
Êrîşa çekdarên DAIŞê li ser bajarokê Til Temir, gundê Til Şamîran, gundê Til Hirmiz, gundê Xîbiş û çend gundên din ên ser bi wî bajarokî ve bû, praniya çekdarên DAIŞê yên ku ew êrîş encamdane jî ji Erebên derdora Hesekê ne, li gor ku Rewangiha Sûrî ragihandiye.
Ji aliyek din ve Rewangeha Sûrî diyar kir ku, çekdarên DAIŞê 90 welatiyên Aşorî ji gundê Til Şamîran revandin, herwiha bi dehan welatiyên din ên Aşorî ji gundê Til Hirmiz ê ser bi Til Temirê ve.
Herwiha çekdarên DAIŞê 2 welatiyên Aşorî li gundê Xîbiş gulebaran kirin, bi tohmeta têkilî ligel şervanên YPG.
Çavkaniyekên rojnamevanî jî belav kirin ku, çekdarên DAIŞê dêra Til Hermiz ya ser bi Til Temir ve, ku yek ji kevintirîn dêrên Sûriyê ye, şewitandin.
Çavkaniya navborî da zanîn jî ku, şer û pevçûnên li derdora Til Temir de, herî kêm 4 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û termê wan di dest şervanên YPG de ye, lê YPG ragihandiye ku wê 17 çekdarên DAIŞê kuştin.
Di nava şervanên YPG de jî, 3 şervan şehîd bûne.
