Qamişlo: 40 gundên din hatin rizgarkirin
Li gor daxuyaniyeke navenda ragihandina YPGê, di herdu rojên borî de li Qamişlo, Til Hemîs û gundê Hedadê 40 gund ji aliyê şervanên YPGê hatine kontrolkirin.
Di daxyaniyê de hatiye gotin ku di operasyonên wan yê herdu rojên borî de 73 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 2 şervanên YPGê jî şehîd bûne.
YPGê herwiha diyar kir ku çekdarekî DAaiŞê bi navê Ebû Misheb Elşamî dîl ketiye destê YPGê û gelek çek û cebilxaneya DAIŞê jî hatine desteserkirin.
Li Kobanî jî, YPGê ragihand ku şervanên wan gundê Cehde li başûrê bajarê Kobanî ji dest DAIŞê derxistine.
Rudaw
