Demîrtaş: PYD ne dijminê Tirkiyeyê ye
Demîratş îro li bajarê Amedê di çarçova amadekariyên hilbijartina 7ê Hezîranê bi sazî û partiyên kurdî re civiya û li wir got ku, Hikûmeta Tirkiyeyê operasyona Silêman Şah wekî serfirazî dibîne lê ev tişt qet ne rast e.
Salahettin Demîrtaş anî ziman ku, dibe ku li holê serfiraziya leşkerî û siyasî tûne be lê PYD bi vê helwesta xwe nîşan da ku di navbera wê û Tirkiyeyê de ti dijminatiyek tine ye.
Demîrtaş got ku, rêxistina DAIŞê metirsiyeke mezine ji bo Tirkiyeyê, lê heta niha hikûmeta li hember wan naxwaze tekoşînê bike, tevî ku êdî ew rêxistin gelek gefan li Tirkiyeyê dixwe.
Rudaw
