Serokomariya Tirkiyeyê bi kurdî daxuyanî da
Serokomariya Tirkiyeyê duhî bi navê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan derbarê operesyona veguhaztina pestê Suleyman Şah ji Qereqozaqê ji bo gundê Aşmê yê li Kobanî li Rojavayê Kurdistanê bi zimanê kurdî, erebî, ingilîzî û tirkî daxuyanî da.
Daxuyanî li ser malpera înternetê ya Serokomariyê û medya Tirkiyeyê belav bûye û Erdogan têde radighîne ku wî, ji şevê heta danê sibehê ew operesyon şopandiye.
Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku, ew tevgera bi navê operesyona Şahê Firatê bê pevçûn derbas bûye û hêzên Artêşa Tirkiyeyê bi selametî gihîştine nav xaka Tirkiye.
Wek tê zanîn Erdogan di hilbijartina Serokomariyê de, belgeyên propagandeya hilbijartinê jî bi zimanê kurdî weşandinibû.
Erdogan yekem serokomarê Tirkiyêye zimanê kurdî di belgeyên fermî yên saziya herî bilind ya dewletê de, bikar tîne ye.
Rudaw
