YPG: Em bi awayekî aktîf tevlî operasyona Şah Silêman bûn
YPGê derbarê operasyona artêşa Tirk a ji bo veguhestina tirbeya Şah Silêman daxuyaniyek da û got, "Ev operasyon bi agahiya Fermandariya YPG'ê û bi beşdariya hêzên YPGê yên Kobanî pêk hatiye."
"Bi beşdariya amûrên zirhî û leşkerî yên artêşa Tirk, duh bi şev li tirbeya Şah Silêman operasyonek hat lidarxistin. Ev operasyon bi agahiya Fermandariya YPGê û bi beşdariya hêzên YPGê yên Kobanî pêk hat. Fermandariya me, daxwaza dewleta Tirk û xwesteka hêzên koalîsyonê nirxand, ev operasyona ku aliyê wê yê însanî derdikeve pêş, bi guman nedît û operasyon erê kir.”
Di daxuyaniya YPGê de hatiye gotin ku plana operasyonê piştî 4 roj nîqaş û gotûbêj, di navbera wan û hêzên Tirk de hatiye danîn û wiha hatiye ziman:
“Di vê çarçoveyê de, duh bi şev saet 21:00, otomobîlên zirhî û hejmarek leşkerên artêşa Tirk ji deriyê sînorî yê Murşîtpinarê re ketin nava sînorên Kantona Kobanî. Artêşa Tirk, di rêya ku jê re hatibû diyarkirin de, li gel otomobîlên hêzên me bi pêş ve çû û xwe gihand tirbeya Şah Silêman. Hêzên me ev wezîfeya xwe di dema vekişînê de jî bêkêmasî bicîh anîn. Operasyona ku hêzên me bi awayekî aktîf tê de cih girt, bi awayekî serketî bi dawî bû."
Rudaw
