DAIŞ`ê wîlayetek nû bi navê (Wîlayeta El Cizîre) raghand
Li gor ofîsa raghandinê aşkere kiriye ku, Wîlayeta El Cizîre ji deverên wek (Sincar, Til Ebte, El Mihelebiye, Til Efer, Zûmar, Be`eac û çend deverên din) pêk tên, ku ewê wê wîlayetê tevlî deverên din yên li jêr kontrola DAIŞ`ê yên wek Wîlayeta Neynawa,Wîlayeta Felûce û Wîlayeta Bakurê Bexdad`ê û çend wîlayetên din bike.
Hêjayî gotinê ye ku, rêxistina DAIŞ`ê li gelek welatên Erebî belav bûye û ji bilî Sûriye û Îraq`ê li her welatekî Erebî di navbera wîlayetek heya 3 wîlayetan ava kiriye.
Xendan
