• Tuesday, 17 February 2026
logo

Baykotkirina Parlamenrto û Hikûmeta Iraqê yek ji bijardeyên kurdan e

Gulan Media February 22, 2015 Nûçe
Baykotkirina Parlamenrto û Hikûmeta Iraqê yek ji bijardeyên kurdan e
Serokê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Xesro Goran ragihand ku, eger Hikûmeta Iraqê rijd be li ser neşandina budce û mûçeyan, dê baykotkirina Parlamenrto û Hikûmeta Iraqê yek ji bijardeyên kurdan be.

Biryar e ku îro nûnerên Kurdistanê li Bexdayê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bicivin, bo diyarkirina helwestekê li hember Hikûmeta Iraqê.

Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Xesro Goran ji Rûdawê re ragihand: “Eger baweriya Bexdayê bi rêkeftina xwe ligel Hewlêrê nebe, çima ji destpêkê de ev hemû civîn û danûstandin kirin.”

Xesro Goran wiha got: “Rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de serkeftin bû ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexdayê li ser wê yekê rêkeftibûn ku Hewlêr di destpêka vê sale de rojane 550 hezar bermîl petrol bide Bexdayê, li hember de Bexda jî % 17 ji budceya Iraqê ji Herêma Kurdistanê re bişîne.

Lê piştî derbasbûna 53 rojan ji sala nû hîna Bexdayê ne budce û ne jî mûçeyên fermanberan ji Kurdistanê re neşandiye û ew rêkeftin bicîh nebûye.

Ev rêkeftina han di qanûna budceya Iraqê de jî hat pejirandin, ku her aliyek girêdayî vê rêkeftinê nebe, aliyê din jî kare xwe jê bikişîne.

Derbarê girtina riyên yasayî li hember neşandina budce û mûçeyên fermanberên Kurdistanê heta niha, Goran wiha got: “Eger diyar bû ku pereyên Bexdayê hene û Bexda bi xwe naşîne, wê demê em dikarin berê xwe bidin riyên yasayî, lê divê di serî de em lêkolînê bikin û bigihên encamê.”

Xesro Goran wiha domand: “Eger Hikûmeta Iraqê rijd be li ser neşandina budce û mûçeyan, dê baykotkirina Parlamenrto û Hikûmeta Iraqê yek ji bijardeyên kurdan be.”

Rudaw
Top