• Tuesday, 17 February 2026
logo

Komkara Erebî: Sûriyê di destê Îran de ye

Gulan Media February 22, 2015 Nûçe
Komkara Erebî: Sûriyê di destê Îran de ye
Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî dibêje ku, niha Îran rewşê li Sûriyê kontrrol dike, amaje kir jî ku Komkara Erebî peywendiya ne rasterast lige HIkûmeta Demkî ya Mixalefeta Sûriyê encam dide.

Sekreterê Gitşî yê Komkara Erebî Nebîl el-Erebî ragihand ku, rweş li Sûiyê gelek xirab û ne cêgîr e û rexne jî li jihev parçebûna mixalefeta Sûriyê girt.

Di çarçoveya beşdarîkirin li Lutkeya Koşka Spî ji bo Nehtiştina Terorê de, Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Neblî el-Erebî balkişande ser rewşa Sûriyê û got: “Rewş li Sûriyê necêgîr re û gelekî xirabe.”

Krîza Sûriyê ya ku di 15ê Adara sala 2011an de destpêkiriye, nêzîk ji sala xwe ya pêcemîn dibe, ku ji encama wê bêhtir ji 200 hezar kesî hatiye kuştin û bêhtir ji 9 milyon kes jî koçber û derbider bûne.

Nebîl el-Erebî balkişande ser rola Îranê di krîza Sûriyê de û got: “Îran rewşê li wê deverê kontrol dike.”

Navborî rexne ji parçebûna mixalefeta Sûriyê girt û amaje kir ku, niha Komkara Erebî peywendiyên ne rasterast ligel Hikûmeta Demkî ya Mixalefeta Sûriyê encam dide, lê amaje bi naveroka wan hewlan nekir.

Basnews
Top