• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hikûmeta Iraqê: Em pabend in bi rêkeftina xwe

Gulan Media February 22, 2015 Nûçe
Hikûmeta Iraqê: Em pabend in bi rêkeftina xwe
Nivîsingeha ragihandina serokwezîrê Iraqê, tekez dike ku Hikûmeta Iraqê û ya Herêma Kurdistanê pabend in bi rêkeftinên di navbera xwe de.

Berdevkê Serokatiya Encumena Wezîran a Iraqê Sead Hedîsî di daxuyaniyekê de ragihand: “Em herdu alî girêdayî rêkeftinên xwe ne. Her pirsgirêkek jî li pêşiya cîbicîkirina wê rêkeftinê derkeve, dê bi rêya gotûbêj û hevahengiyê çareser bibe.”

Sead Hedîsî wiha got: “Hikûmeta Iraqê û ya Kurdistanê kar ji bo serkeftina rêkeftina petrol û budceyê ya di navbera wan de.”

Hedîsî wiha domand: “Ti aliyek ji me naxwaze xwe ji vê rêkeftinê bidize. Pirsgirêkên ku hatine pêşiya wê wek pereyan, kar bo çareserkirina wan tên kirin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexdayê li ser wê yekê rêkeftibûn ku Hewlêr di destpêka vê sale de rojane 550 hezar bermîl petrol bide Bexdayê, li hember de Bexda jî % 17 ji budceya Iraqê ji Herêma Kurdistanê re bişîne.


Lê piştî derbasbûna 53 rojan ji sala nû hîna Bexdayê ne budce û ne jî mûçeyên fermanberan ji Kurdistanê re neşandiye û ew rêkeftin bicîh nebûye.

Ev rêkeftina han di qanûna budceya Iraqê de jî hat pejirandin, ku her aliyek girêdayî vê rêkeftinê nebe, aliyê din jî kare xwe jê bikişîne.

Biryar e ku îro nûnerên Kurdistanê li Bexdayê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bicivin, bo diyarkirina helwestekê li hember Hikûmeta Iraqê.

Rudaw
Top