• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hêza xwe kom kiribûn lê balafir hatin wan

Gulan Media February 21, 2015 Nûçe
Hêza xwe kom kiribûn lê balafir hatin wan
Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li eniya Rojhilatê Dîcle ya rojavayê bajarê Mûsilê, li nêzîkî pira Badûşê bi giranî li çekdarên DAIŞê didin.

Fermandarê Fermandeya Barzan Zekî Situnî ji Rûdawê re ragihand: “4 balafirên hevpeymaniya navdewletî li ser navçeyê difirin û bi giranî li çeperên DAIŞê didin.”

Zekî Situnî wiha got: Li gorî agahiyan gellek kuştî û birîndarên DAIŞê hene, herwiha navenda wan ya leşkerê hat wêrankirin.

Situnî wiha domand: “Di çend rojên borî de, DAIŞ hêzek mezin anîbû wê navçeyê û xwe ji êrişê re amadekiribûn, lê îro balafiran bi giranî li wan dan.”

Wî fermandarê Pêşmerge da zanîn ku, “Em guh li dengê wan çekdaran dikin bi rêya telefonê ku bang hevalê xwe dikin, lê ti kes bersiva wan nade.”

Rudaw
Top