Cîgirê Serokê Parlamentoyê: Emê bi biryara serkirdatiya kurd ji Bexdayê vekişin
Nûnerê Kurd li Bexdayê, dê ligel berpirsên Herêma Kurdistanê sedemên cîbicînekirina rêkeftina Hewlêr û Bexdayê û dîtina çareseriyekê ji bo krîza darayî li Kurdistanê, gotûbêj bikin.
Cîgirê Serokê Parlamentoyê Iraqê Aram Şêx Mihemed ji Rûdawê re ragihand: “Roja yekşemê nûnerên Kurdistanê li Bexdayê dê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicivin, bo gotûbêjkirina pêwendiya Hewlêr û Bexdayê û sedema cîbicînekirina rêkeftina di navbera herdu aliyan de.”
Li gorî Aram Şêx Mihemed, Herwiha di wê civînê de, dê serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê û nirxandina krîza darayî li Herêma Kurdistanê, werin gotûbêjkirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexdayê li ser wê yekê rêkeftibûn ku Hewlêr di destpêka vê sale de rojane 550 hezar bermîl petrol bide Bexdayê, li hember de Bexda jî % 17 ji budceya Iraqê ji Herêma Kurdistanê re bişîne.
Lê piştê derbasbûna 52 rojan ji sala nû hîna Bexdayê ne budce û ne jî mûçeyên fermanberan ji Kurdistanê re neşandiye û ew rêkeftin bicîh nebûye.
Derbarê egera vekişandina nûnerên Kurdistanê ji Bexdayê, Cîgirê Serokê Parlamentoyê Iraqê ku ew jî kurd e wiha got: “Em bi biryara serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê çûne Bexdayê û tevlî hikûmet û parlamentoyê bûne û emê bi biryara wan jî ji wir vekişin.”
Rudaw
