Mehsum: Hebûna Esed ji terorê baştir e
Di hevpeyvînekê de ligel televîzyona El-Cezîre, Fuad Mehsum ragihand: “Berfirehbûna desthilata komên çekdar tenê ziyanê nagihîne welatê Sûriyê, lê belê ziyanê digihîne Iraq û hemû welatên navçeyê.”
Mehsum wiha domand: “Lewma metirsiya mana Esed li ser desthilatê kêmtir e ji wan terorîstan û divê ev pirsgirêk bi rêya siyasî were çareserkirin.”
Derbarê şerê hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê li Iraqê, Serokomarê Iraqê ragihand: “Em dikarin hinek serkeftinên bi bandor li navçeyê bibînin.”
Mehsum wiha domand: “Lê li bajarekî mîna Mûsilê rewş zehmettir e, ji ber ku çekdarên DAIŞê pêwendî ligel xelkê bajêr çêkirine û têkelî di navbera wan de xurt bûye. Nabe jî ku tenê operasyonên asman li dijî DAIŞê berdewam bin, ji ber ku xelkê sivîl dibin qurbanî.”
Derbarê pêwendiya Îran û Iraqê jî, Fuad Mehsum tekez kir ku, “Îran welatê yekê bû ku di şerê li dijî DAIŞê de alîkariya me kir.”
Rudaw
