Li Enqere di nav partiyan de pevçûn
Serokomarê Tirkiyeyê Serokomar Recep Tayyip Erdogan li Elezîzê beşdarî merasima vekirina komî bû û li wir got kî çi dibêje yan jî kî çidike bila bike, ji bo ewlekariya Tirkiyeyê, ew paketa ewlekariyê dê di parlamentoyê de pesend bibe.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglu jî wek Erdogan careke din tekez kir ku, ew paketa ewlekariyê dê di parlamentoyê de derbas bibe û dê bibe qanûn.
Serokê giştî yê partiya Komara Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ji alîgirên partiya xwe li bajarê Tekirdagê got, ew paketa ewlekariyê ji bo parastina dîktaroriyeta serokomar û AK Partiyê ye.
Herwiha Serokomarê berê Abdulah Gul jî têkildarî mijarê bû û wiha got: "Pêwîst e ew paketa ewlekariyê careke din berçavan re bê derbas kirin û heger dîsa ew desthilata hêzên ewlekarî û polîsan zêde bikin, tiştên ku berê derketine dê dîsa derbikevin û hemû kesê jê gelek zirarê bibîne."
Herwiha di heman mijarê de Hevserokê HDPê Salahattin Demîrtaş di civîna partiyên çep yên Derya Spî li Stenbolê de wiha got:
“Heger rast serokwezîr dixwaze qanûna li dijî molotof û madeyên hişbir derbixe, bila qanûnekî wiha pêşinyar bike û ewê bê dudilî piştgirî bidin wê qanûnê. Lê qanûna ewlekariya ew behs dikin, dixwazin pê gefan li xelkê bixwin û wan bitirsînin ku ti kes êdî li hember gendelî, dizî û bê dadiya wan dernekevê ye.”
Rudaw
