DAIŞê 150 kes şerjêkir û şewitand!
Şaredarê bajarokê Bexdadî yê Iraqê, Malellah Ubêdî ragihand, çekdarên DAIŞê 150 zilamên eşîra Ubêdî şerjêkirine û şewitandine.
Malellah Ubêdî da zanîn, di nav wan kesên ku hatine kuştin de polîs jî hebûn hinek ji wan jî şerê DAIŞê kiribûn.
Çend roj berê bajarokê Bexdadî yê girêdayî parêzgeha Enbarê ya Iraqê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû dorpêçkirin.
Ji aliyekî din, rayedarên leşkerî yên Iraqê dan zanîn ku di encama bombebarana balafirên şer de li derdora bajarê Fellûce, herî kêm 23 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Rudaw
