Hêzên Marines ên amerîkî ji bo azadkirina Mûsilê gehiştin Iraqê
Di rojên borî de Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku, amadekarî li ser axê tên kirin ji bo destpêkirina êrîşa azadkirina Mûsilê ji dest çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ).
Roja 9ê Hezîrana sala 2014an çedarên DAIŞê dest danîne ser bajarê Mûsilê, duyemîn bajarê herî mezin ê Iraqê, piştî ku hêzên artêşa Iraqê û hêzên ewlekariyê bêyî bergirî pêgehên xwe vala kirin û reviyan.
Çavkaniyeke leşkerî ta amerîkî li Iraqê ji televîzyona Sky News a Erebî re ragihand ku, endamên Hêzên Deryayî yên Amerîka, ku bi navê Marines tê naskirin, niha gehiştine Iraqê da ku beşdarî êrîşa azadkirina Mûsilê bibin.
Çavkaniya ku xwestiya navê wê neyê aşkere kirin diyar dike jî ku, dê nêzîk 3 hezar Marenz beşdarî azadkirina Mûsilê bibin û got: “Niha çend sed kesek ji Marines gehitşine Iraqê, yên mayîn jî dê di heftiyên bê de bigihin, ji bo amadekariyên paqijkirina Mûsilê.”
Li gor çavkaniyê, beşê mezin ji wê hêza Marines a ku hatiye Iraqê li binkeya Esed a leşkerî ya Amerîkî bicih bûne, beşê din jî berê xwe dane Bexdayê da ku balyozxaney Amerîka li wê de biparêzin.
Derbarê beşdariya Hêzên Pêşemrgeyên Kurdistanê di proseya azadkirina Mûsilê de, çavkaniya leşkerî ya amerîkî da zanîn ku “Dê proseya azadkirina Mûsilê bi beşdariya hêzên Marines, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên artêşa Iraqê birêve biçe.”
Heman çavkaniyê diyar kir jî ku derbasbûba wê hêza Marenz bo Iraqê, piştî rêkeftina ligel grûpê Şîe yên çekdar hatiye û got: “Amerîka razî bû ku wê hêza Marines bişîne piştî ku melîşiyayên Şîe tekez kirin ku ew dê ji şer vekêşin û di rûyê hêzên amerîk de ranawestin, di bermaber de, melîşiyayên Şîe daxwaza çend xalan ji hêzên amerîkî kirin, yekem pêbendî bi şer li dijî DAIŞê bi tenê, duyem nabe rûbirûyê grûpê Şîe bibe û sêyem jî nabe piştgiriya hozên SIne li navçeyê bike.”
Basnews
