Wezareta Pêşmerge: Milîsên şîe derbasî Kerkûkê nebûne
Rêveberê Ragihandin û Hişyariya Niştimanî yê Wezareta Pêşmerge Helgord Hîkmet ji Rûdawê re got ku ti hêzek jibilî Pêşmerge derbasî Kerkûkê nebûye û nikare derbas jî bibe çimkî ew der cihê Pêşmerge ye û Pêşmerge xwîn ji bona wir rijandiye.
Helgord Hîkmet li ser daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li ser hebûna hêzên din li Kerkûkê jî got, gotinên Barzanî ji bo Pêşmerge ferman tê hesibandin ji ber ku ew di heman demê de fermandeyê hêzên çekdar ên Herêma Kurdistanê ye jî. Tiştên ku wî gotine eşkere ye.
Wî rayedarê Wezareta Pêşmerge anî ziman ku îhtimala wê heye milîsên şîe bixwazin hinek tiştan bikin yan jî bixwazin li Kerkûkê bimînin lê ev mijarek din e û bicîhatina vê xewnê jî tiştekî din e.
Li ser gihîştina helîkopterên îtalî bo Herêma Kurdistanê jî Helgord Hîkimet got, heta niha ew helîkopter negihîştine Başûr.
Îtalyayê biryar daye 4 helîkopteran bide Herêma Kurdistanê.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di serdana xwe ya herî dawî de bo Kerkûkê gotibû, em ti hêzekê jibilî Pêşmerge li Kerkûkê qebûl nakin.
Rudaw
