Rapirsiya dawî: HDP benda hilbijartinan derbas dike
Saziya tirkî ya bi navê Navenda Şêwirmendî û Lêkolînê (KONDA) rapirsiyek li ser hilbijartinên 7ê Hezîrala îsal ên Parlamentoya Tirkiyê kiriye.
Li gorî encamên wê rapirsiyê, ku meha Çileya îsal hatiye kirin, eger dengên wan kesên ku gotine “em nizanin deng bidin kîjan partiyê” jî bên parvekirin wê çaxê HDP %10.6ê dengan bidest tîne û benda hilbijartinan derbas dike.
Li gorî encamên wê rapirsiyê, dengên hinek partiyan di meha Çile de wiha ye:
AKP: %33.3
CHP: %17.1
MHP: %11.0
HDP: %7.8
Lê piştî ku dengên kesên gotine “em nizanin dengê xwe bidin kîjan partiyê” jî bên parvekirin, encam bi vî rengî ne:
AKP: %45.4
CHP: %23.3
MHP: %15.1
HDP: %10.6
Bi vî awayî HDP benda hilbijartinan derbas dike. Benda hilbijartinan li Tirkiyê %10 e.
Li gorî rapirsiya KONDA, dengên AKPê li gorî meha Mijdara par kêm bûye ji ber ku dengên AKPê di meha Mijdara par de %33.7 bûn lê meha Çile daketiye %33.3ê dengan.
HDPê biryar daye di hilbijartinên îsal ên Tirkiyê de bi awayekî serbixwe beşdar bibe
Rudaw
