Baydemîr bû berbijêrê HDPê yê Rihayê
Osman Baydemîr ji bo berbijêriyê serdana Serokatiya HDPyê ya Navçeya Xelîliyê kir û pişt re daxuyaniyek da rojnamevanan. Baydemîr bi bîr xist ku di hilbijartinan de ji Rihayê bibû berbijêrê serokatiya şaredariya mezin a Rihayê.
Baydemîr destnîşan kir ku dê xebatên hilbijartinê yên li Rihayê di nav nezaketê de bike û wiha axivî: “Kesekî ku carekî ava Rihayê vexwe nikare dev ji vê bajarî berde. Daxwaza me hemûyan e ku em li ser xîmên wekhevî, azadiyê, û dadweriyê de jiyaneke nû ava bikin. Ez di lîsteyê de cî bigirim jî negirim jî ez ji bo ku piştgiriyê bidim xebatên hilbijartinê dê hewl bidim.”
Hilbijartinên Parlementoya Tirkiye dê roja 7ê Hezîrana bê destpê bikin.
basnews
