Pisporekî terorê: Pêşmerge xewna DAIŞê ya avakirina dewleteke îslamî pûç kir
Li Iraq û Sûriyê tenê kurd li ser erdê şerê DAIŞê dikin lê heta niha çekên wisa neketiye destê Kurdan ku bikarin DAIŞê lawaz bikin û ji nav bibin.
Li ser vê mijarê şêwirmendê Wezareta Parastinê ya Almanyayê û mamostayê zanîngeha leşkerî ya Mûnîxê Prof. Dr. Carlo Masala ji Rûdawê re got, Almanya û welatên endamên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê naxwazin hemû çekan bi yekcarî bişînin.
Prof. Dr. Carlo Masala anî ziman, ji ber ku hinek çek hene ku divê Pêşmerge fêrî bikaranîna wan bibin, çimkî eger ew çek niha bên şandin û Pêşmerge nezane bikar bîne wê çaxê ti xêra wan çekan nabe û wiha axivî:
“Helbet divê çekan ji Pêşmerge re bişînin lê divê bê zanîn ka kîjan çek vê gavê lazim e? Li hinek deveran şerê tax bi tax heye, ji wan cihan re çek û amûrên elektronîk lazim in lê heta niha nehatine şandin.”
Şêwirmendê Wezareta Parastinê ya Almanyayê di bersiva vê pirsê de ku çima welatên endamên Hevpeymaniya Navdewletî ji bo şerê bejahî hêzên xwe naşînin Iraq û Sûriyê, jî wiha got:
“Di heyama borî de derket holê ku şandina hêz bo welatên îslamî çareseriyeke baş nîne çimkî şandina hêz bû sebeba derketina gellek arîşeyan. Mînak li Efxanistanê; em rastî gellek arîşeyan hatin. Li aliyekî din, civaka Almanya niha pir westiyaye ji ber wê jî wergirtina rizamendiya civakê ji bo şandina hêz bo Iraq yan Sûriyê mumkin nîne.”
Li gorî wî pisporê leşkerî, ji ber vê jî stratejiya herî baş ew e ku Pêşmerge bên fêrkirin û çekên pêwîst ji wan re bên şandin.
Pisporê terorê li “King's Collegê” ya Londonê, Prof. Peter Neumann jî li ser şerê DAIŞ û Pêşmerge ji Rûdawê re got, heta niha tenê Pêşmerge kariye wê rêxistina metirsîdar bêhêz bike ji ber ku ew rêxistin ji El Qaîdê cudatir û metirsîdartir e.
Prof. Neumann diyar kir ku jinavbirina çekedarên DAIŞê hêsan nîne lê xewna wan a avakirina dewleteke îslamî ji aliyê Pêşmerge ve hat pûçkirin.
Wî pisporê terorê anî ziman ku li seranserî cîhanê piştiriyek mezin li DAIŞê tê kirin ji ber wê jî xetera wê rêxistinê li ser welatên rojava pir mezin e, lewma divê welatên cîhanê ji bo tinekirina DAIŞê fikra şerê bejahî jî bikin.
Rudaw
