DIŞIê li Enbarê 45 kesên din şewtand
Terorîstên DIŞIê li Enbarê 45 kesên din şewtandin.
Çavkaniyek ji hêzên ewlekarî yên li parêzgeha Enbarê ragehand ku îro terorîstên DIŞIê li devera Bexdadiye ya li Rojavayê Romadî 45 kesên din yên ku endamên eşîra Elbu Obediyayên kuştiye û pişt re jî termên wan şewtandiye.
Her îro Serokê eşîra Elbu Obidî daxwaz ji hikûmeta Îraqê û civaka cîhanî kir ku bilez hevkariya xelkê deverê bikin û ev xelkê han ji destê terorîstên DIŞIê rizgar bikin.
