• Tuesday, 17 February 2026
logo

Davûtoglu: Pêvajo di qonaxeke metirsîdar de ye

Gulan Media February 18, 2015 Nûçe
Davûtoglu: Pêvajo di qonaxeke metirsîdar de ye
Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davûtoglu ragihand ku, niha pêvajoya aştî û çareseriyê di qonaxeke metirsîdar de ye, pêwîst e her kes ji herdemê bêhtir hişyar be.

Davûtoglu di civîneke çapemeniyê de li Pakistanê wiha got: “PKK di adara 2013an de soza danîna çekan daye û mafê herkesekî li Tirkiyeyê heye ku li benda cîbicîkirina gavê be.”

Ahmet Davûtoglu dibêje, “Pêvajoya aştiyê cesaret û pêkanînê dixwaze, yanî her roj mirov behsa wê bike têrê nake, pêwîste êdî gav bêne avêtin.”

Serokwezîrê Tirkiyê anî ziman ku, “Dermanê her tiştî li Tirkiyeyê demokrasî ye û madem li vî welatî demokrasî heye wê demê ti wateya bikaranîna çekan tine ye.”

Ahmet Davûtoglu wiha domand: “Di berdewamkirina pêvajoya aştiyê de em ne dudil in û em rê nadin ku Tirkiyeyê bibe weke Iraq û Sûriyê.”

Weke tê zanîn hevserokatiya KCKê doh daxuyanî da û diyar kir ku heta dewleta Tirkiyeyê pêwîstiyên pêvajoya aştiyê pêk neyne ew li Tirkiyeyê çekan danaynin û hêzên xwe jî venakişînin.

Rudaw
Top