Serok Barzanî pêşwaziya Senatorê Wîlayetê Tennessee Amerîka kir
Di hevdîtinê de Senator Bob Corker serxweşiyê li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê û kesukarên wan Pêşmergeyan kir ku li şerê terorîstên Da'îş de canê xwe gorî kirine û şehîd bûne û ragihand ku gelê Amerîka pêzanînekî zêde ji bo xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê û her wiha penadana koçberan û wê pêkvejiyan aramiyê heye ku li Kurdistanê da berqerare. Senator Bob Corker ji bilî balkişandina sersamiya xwe û Amerîkayiyan bi rola serkirdayetiya Serok Barzanî li bereyên rûbirûbûna terorîstan û proseya siyasî ragihand ku li rewşa ku pir li kêşe û qeyrana niha da Serok Barzanî yek ji wan kesayetiyên girînge ku cîhan gelek pêwîstî pê heye.
Li beranber da Serok Barzanî spasiya Senator Bob Corker û şanda li gel kir û her wiha spasiya gel û Hikûmeta Amerîkayê kir ku piştevanê gelê Kurdistanê ne û asta hemahengiya di navbera hêza Pêşmerge û hêzên hevpeymanan bi başî wesif kir. Her wiha destxweşiyê jî li Pêşmerge û hêzên hevpeymanan kir ku li vê şerê aloz da ku li gel terorîstên Da'îş de tê kirin tenê ji bo yek car jî xelkê medenî nekirine armanc û operasyon bi serkeftî birêve diçin. Di derbarê rûbirûbûna terorîstan jî Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku erkê şerê terorê nabê tenê li ser milê Pêşmerge û hêzên hevpeymanan bê belku pêwîste welatên din jî beşdar bibin û li ruyê fikrî û aborî ve şerê terorîstan bê kirin û rê li hatin û çûna wan bigrin û pêwîste hemû welat kar ji bo nehiştina wan navendan bikin ku têda hêza teror û tundrewî tê belav kirin û xelk fêrî tundrewiyê dikin.
Her li vê kombûnê da rewşa meydanî ya bereyên şer û pêdiviyên Pêşmerge û çawayiya baştirkirina hemahengiya di navbera hêza Pêşmerge û hêzên hevpeymanan guftûgo kirin û axaftinê di derbarê amadekariyên azadkirina Musil û navçeyên din kirin.
Danustandina bîr û ramanên di derbarê rewşa navçeyê û paşaroja Sûriye beşekî dinê vê kombûnê bû.
