Di wî şerê giran de Pêşmerge bi ser ket
Berpirsê Eniya Giwêr-Mexmûrê Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re ragihand: “Şeva borî derdora seat 21:20 çekdarên DAIŞê li bilindahiyên Telşaîr û Telrîm 4 caran êrişî çeperên Pêşmerge kirin û di encam de şerekî giran navbera Pêşmerge û DAIŞê derket ku heta seat 02:00 şevê berdewam bû.”
Sîrwan Barzanî wiha got: “Balafirên Hevpeymaniya Navdewletî jî çend caran êrişî navendên DAIŞê li navçeyê kirin.”
Derbarê ziyanên şerê şeva borîde de, “Barzanî wiha got: Ziyanên mezin gihiştine DAIŞê, lê ti ziyanek negihiştiye Hêzên Pêşmerge.”
Sîrwan Barzanî herwiha da zanîn ku, “Me bi tundî bersiva wan da. Nikarin bustekê tenê jî pêşve bên.”
Rudaw
