• Tuesday, 17 February 2026
logo

Barzanî ligel malbatê Pêşmergeyên şehîdbûne dicive

Gulan Media February 18, 2015 Nûçe
Barzanî ligel malbatê Pêşmergeyên şehîdbûne dicive
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serpereştiya civîneke leşkerî li bajarê Kerkûkê dike, piştî bidawîhatina civînê dê ligel malbatê Pêşmergeyên şehîd û yên li cem DAIŞê dîlgirtîne hevdîtinekê pêk bîne.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, serdan bajarê kerkûkê dike û serperştiya civînek leşkerî dike, biryare piştre ligel hejmarek ji kesatî û xizmên pêşmergeyên şehîdbûne bicive.

Îro Sêşem 17- 2-2015 an, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi serdanekê gehîşte bajarê Kerkûkê û niha serperştiya civîneke leşkerî ligel fermandarên Leşkerî û yên Hêzên Navxwe dike û birayer piştî civînê ligel xizimên Pêşmergeyên şehîdbûne û yên bi dîl hatine girtin bicive û têde, Barzanî çend nameyên teyabt ji wan re bêje.

Her li gor zaniyariyên Basnewsê, xizmîn Pêşmergeyên şehîdbûn û yê dîlkirî, wê nameya xwe bidin Serokê Herêma Kurdistanê.

Biryara Serokê Herêma Kurdistanê, piştî civîna wî ligel xizmên Pêşmergeyên Şehîdbûn, konferensekî rojnamevanî li darbixîne û têde ecinda û armancên serdana xwe rabighîne.

Basnews
Top