• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel Parêzger û Encûmena Parêzgeha Kerkûkê civiya

Gulan Media February 18, 2015 Nûçe
Serok Barzanî li gel Parêzger û Encûmena Parêzgeha Kerkûkê civiya
Li çarçêweya serdana roja sêşem 17.02.2015 ya Kerkûkê, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi amadebûna birêz Kosret Resul Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê li gel Parêzger û Endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê civiyan.

Di destpêka kombûnê da, Necmedîn Kerîm Parêzgerê Kerkûkê, ji bilî bi xêrhatina Serok Barzanî spasî hêza Pêşmerge jî kir ku li sayeya qurbanîdana wan xelkê Kerkûkê li asayîş û aramiyê da dijîn û tekez jî li wê yekê kir ku biryardana li çarenûsa Kerkûkê ji aliyê xelkê bajar bi xwe ve dibe.

Paşê Serok Barzanî li gotarek da ji bo amadebûyên kombûnê xweşhaliya xwe bi serdana bajarê Kerkûkê û kombûna li gel Parêzger û Endamên Encûmena Parêzgehê nîşanda û wê yekê xisterû ku pêwîste bajarê Kerkûkê mînaka pêkvejiyan û tebayî û birayetiya pêkhatên olî û neteweyiyan bê. Her wiha daxwaz jî kir ku keşûhewaya birayetî û pêkvejiyana li Kerkûkê bê parastin û bi wê navê jî Serok Barzanî palpiştiya xwe ya tevahî ji bo parêzgerê Kerkûkê û Encûmena Parêzgehê ragihand.

Di derbarê êrîşên terorîstên Da'îş, ewe jî ji bo amadebûyan rûnkir ku hê jî terorîst tehdîd û hereşene li ser Iraq û navçeyê. Lê belê xelkê bajarê Kerkûkê jî dilniya kir ku bi tu awayekî rê nadin terorîstên Da'îş bigihin bajarê Kerkûkê û bi hêza Pêşmerge bi hemû hêz û şiyanek ve bergiriyê li Kerkûk û pêkhatên wê dike û ragihand pêwîste îradeya pêkvejiyana pêkhatan li Kerkûkê bê bihêz kirin û Kerkûk li beramber hereşe û qeyranan xweragir bê.

Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku em hemû bi pêkve parêzgeriyê li Kerkûkê dikin û daxwaz jî li xuşk û birayên mesîhî yên li runiştvanên Kerkûkê kir ku bîr li koçkirin û bi cîh hiştina Kerkûkê nekin û îradeya mayîna wan bihêz be û balkişand li ser wê yekê ku terorîstên Da'îş tu paşarojeke xwe li navçeyê de tûne û rewş û guzeraniya xelk vegere li ser rewşa xwe ya asayî.

Li beramber da, Endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê spasiya Serok Barzanî kirin û xweşhaliya xwe ji bo vê serdanê derbirîn û spasî xemxuriya Serok Barzanî ya ji bo rewşa Kerkûkê kirin. Her wiha pêzanînên xwe jî ji bo qurbanîdana hêzên Pêşmerge hebû û tekez jî li birayetî û pêkvejiyana pêkhatên Kerkûkê kirin.

Li beşekî dinê vê kombûnê da, rewşa nav bajarê Kerkûkê û navçeyên dewruber û her wiha ew navçeyên ku li jêr dagîrkeriya terorîstên Da'îşê dane guftûgo kirin.



Top