Bexda daxwaza 36 tirîlyon dînar ji Kurdistanê dike
Biryarderê Komîteya Darayî li Parlamentoya Iraqê Ehmed Hacî Reşîd ji BasNewsê re ragihand ku, Dîwana Çavdêriya Darayî ya Iraqê di du raportan de daxwaza deynan ji Herêma Kurdistanê dike û got: “Raporta yekem heta sala 2013`an Hikûmeta Iraqê idiya dike ku, Herêma Kurdistanê 21 tirilyon û 800 milyar dînar deyndare, raporta duyem jî tenê qerzên sala 2014`an û bi 14 tirilyon dînar hejmartiye û bi giştî qerzên xwe bi 36 tirilyon dînar texmînkiriye.”
Navborî aşkere jî kir ku, ew herdu raport bi fermî gihandine Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.
Ehmed Reşîd derbarê sedemên wan deynên Herêma Kurdistanê got: “Li gor wan raportan, Bexda dibêje ku Herêma Kurdistanê demeke dirêj, dahata zêde ya petrolê û dahata navxwe neşandiye.”
Parlamenterê Kurd li Pralametoya Iraqê aşkere jî kir ku, li gor nivîseke Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê têde hatiye, Bexdayê 16 tirilyonên sala 2014`an li cemin û 11 tirilyonên butçeya serweriyê li cemin, ji aliyekî din ve ji sala 2007`an ve Bexdayê beşa butçeya Pêşmerge ne şandiye ku, nêzîkî 9 tirilyon dînare.
Ji aliyê xwe ve parlametera Kurd li Parlamentoya Iraqê Eşwaq Caf ji BasNewsê re got: “Di serdana berê ya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bo Bexdayê, curek ji rêkeftinekê hat kirin ku, herdu Dîwanên Çavdêrî pirsa qerzan yekalî bikin.”
Wezîrê Dewletê li Hikûmeta Fedrala Iraqê bo BasNewsê tekez kir ku, Wezîrê Darayî yê Iraqê bi protokolê dan bi wê yekê kir ku, tenê sala 2014`an Bexdayê 16 tirilyon dînarên Herêma Kurdistanê qerzdare û got:“ Ev pirs demeke di navbera herdu aliyan de heye û divê were yekalîkirin“.
Ji aliyê xwe ve, endamê Komîteya Darayî li Parlametoya Kurdistanê Dilşad Şeiban ji BasNewsê re ragihand ku, eger Bexda behsa qerzan ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike, wê demê Bexda wê gelek qerzdar derkeve û got:“ Ya me dizanin Bexda bi 43 tirilyon dînarên Kurdistanê ji pereyên butçeyê û pere nedane Pêşmerge qerzdarê Herêma Kurdistanê ye“.
Basnews
