• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîr dicivin

Gulan Media February 17, 2015 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîr dicivin
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, encamên gotûbêjên xwe û Hikûmeta Iraqê, îro ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dinirxînin.

Biryar e îro Barzanî ligel wê şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ku bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî çûbû Bexdayê, bicive.

Roja yekşema borî şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê kir û li wir piştî çend civînan ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, negihîştin ti rêkeftinekê.

Rudaw
Top