• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel heyeteke komîteya hawar hatinê ya navnetewî civiya

Gulan Media February 17, 2015 Nûçe
Serok Barzanî li gel heyeteke komîteya hawar hatinê ya navnetewî civiya

Serokê Kurdistanê pêşwaziya Serokê komîteya hawar hatinê ya navnetewî kir.

Duh li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya heyeteke komîteya hawar hatinê ya navnetewî a bi Serokatiya komîteya han Devid Meliband û wezîrê berê yê derve yê Berîtanyayê kir.

Di hevdîtinê de rewşa însanî ya Îraq û Kurdistanê û herwiha rewşa jiyana penaberan hate nîqaşkirin û behsa çawetiya hevkarî kirina baştir ya penaberan hate kirin.

Di beşeke din ya hevdîtina han de heyeta mêwan behsa ew bara giran ya penaberan kir yaku ketiye ser milê hikûmeta Kurdistanê û ji Serok Barzanî re got: Komîteya hawar hatinê ya navnetewî li Kurdistan û Îraqê de dest bi karên xwe kiriye û bi berdewamî hewl dide daku welatên Ewrûpayî û navendên navnetewî ji rewşa aloz ya penaberan û ew bara giran ya wan a li ser milê hikûmeta Kurdistanê agehdar bike.

Di berdewamiya hevdîtinê de Serok Barzanî jî got: Hijmara penaberan û asta karesatê gelek mezintire ji asta derfet û îmkanên hikûmeta Kuridstanê lê hikûmet, xelk û dezgehên xêrxwazî bi her awayî hewl dane daku bi başî xizmeta wan penaberan bikin lê çareseriya bingehîn ya kêşeya penaberan ew ku deverên wan werin azadkirin û ew ji bo warên xwe werin vegerandin û ew yek jî bi tenê bi nehêlana terorîstan mimkune.

Di dawiya hevdîtinê de behsa rewşa ewlekarî û siyasî ya Îraqê û metirsiyên terorîstan bo ser dever û cîhanê û herwiha çawetiya şerê dijî terorîstan jî hate nirxandin.

Top