Buldan: Di bin sîwana hikûmetê de destdirêjî qat qat zêde bû
Pervin Buldan li Parlamentoya Tirkiyeyê derbarê destdirêjiya ku li keça kurd Ozgecan Aslan bûye ji çapemeniyê re diyar kir ku, Ozgecan Aslan ne keça yekemîne ku ev tawan bi vê hovîtiyê lê tê kirin, êdî dem hatiye perlementerên Tirkiyeyê qanûnên ku rê didin van tawanan biguherin.
Pervin Buldan anî ziman ku, bi hezaran bûyerên destdirêjî li keç û jinan ji aliyê leşkerên Artêşa Tirkiyeyê, polîsan, rêveberên kar û dibistanan, zilaman hatine kirin, lê piraniya wan tawanan bê ceza mane yan jî bi cezayekî sivik derbas bûne, loma jî bûyerên wek ya Ozgecan diqewimin.
Perlamentera HDPê a Îdirê Buldan dest nîşan kir ku, pêwîst e hikûmet, partiyên siyasî û hemû saziyên sivîl û yên hiqûqî helmetekê li dijî bûyerên wiha lidarxînin û qanûn bê guhartin ku karibe cezayên hîn tundtir bide van tawanbaran.
Wek tê zanîn di heftiya borî de, keça kurd ya jî Dêrsimê Ozgecan Aslan dema ku ji zanîngehê vedigeriya malê li ser riya Tarsusa girêdayî Mersînê li Tirkiyê, ji aliyê sê kesan ve destdirêjî lê hat kirin û piştre ew hat şewitandin.
Rudaw
