Tolhildana Misre: Balafiran li baregehên DAIŞê dan
Rêxistina DAIŞê duhî vîdeoyek tê de 21 mesihiyên misrî dîl revandî serê wan jê dike li ser medya civakî weşandibû.
Serokomarê Misrê Ebdulfetah el-Sisî derbarê vê yekê de wiha got: “Emê bi awayik û di demek guncan de bersiva wan hovitiyan bidin.”
Sisî da zanin ku li ser vê mijara talimat dayê Wezîrê Derve yê Misrê here Amerîkayê ligel rayedarên Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê re hevdîtina pêk bîne.
Herwiha Sisî got ku ew ne bi tenê welatê xwe diparêzin ew li ser navê hemû mirovahiyê hewl didin û wan biryara dayê çi gav pêwîst be dê bavêjin.
Rudaw
