Erdogan û Davûtoglu kuştina Ozgecan Aslan şermezar kirin
Nerazîbûn û çalakiyên şermezarkirina kuştina xwendekara kurd Ozgecan Aslan li Tirkiyê didomin.
Serokomar Erdogan û Serokwezîr Davûtoglu bi telefonê sersaxî ji malbata Ozgecanê re xwestin û soz dan ku dê hewl bidin tohmetbarên kuştina keça wan bên darizandin…
Sendîkeya Parêzeran li Mersînê jî bi daxuyaniyekî kuştin û destdirêjîkirina li ser Ozgecan Aslanê şermezar kir û biryar girt ku ewê parêzeriya tawanbaran nekin,û ewê heta dawiyê li kêleka malbata Aslan rawestin û heta dikarin ewê bihêlin ku cezayên herî giran ji tohmetbaran re bên dayîn.
HDPê jî derbarê bûyerên wek bûyera destdirêjkirina li ser Ozgecan Aslan û kuştina wê û siyaseta cudatiya regezî li Tirkiyê pêşinyariyek da Parlamentoya Tirkiyê û xwest ku êdî qanûnên berê yên cudatiyê dixe navbea jin û mêran û desthilatdariya zilaman xurt dike, bên guhartin…
Rudaw
