• Tuesday, 17 February 2026
logo

Zanyariyên nû li ser Pêşmergeyên dîlkirî li cem DAIŞê

Gulan Media February 16, 2015 Nûçe
Zanyariyên nû li ser Pêşmergeyên dîlkirî li cem DAIŞê
Wezareta Tenduristî ya Herêma Kurdistanê radighîne ku ti Pêşmergeyekî dîlkirî ji aliyê DAIŞê ve nehatiye serbest berdan, rêveberê asayişa Kerkûkê jî zanyariyên girîng di vê derbarê de şakere kirin.

Çavkaniyeke agehdar aşkere kir ku, ti Pêşmergeyekî dîlkirî ji yên li cem DAIŞ` nehatiye azadkirin û berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê jî wê nûçeyê piştrast dike.

Piştî belavbûna gotegota azadkirina 17 Pêşmergeyên dîlkrî fi destê DAIŞ`ê de li hember 106 çekdarên wê rêxistinê ku hatine berdêlkirin, çavkaniyeke agahdar ji Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ew gotegot red kir.

Berdevkê fermî yê Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Xalis Qadir ji BasNewsê aşkere kir ku, haya wan ji anîna ti pêşmergeyekî dîlkirî bo nexweşxaneyên bajarê Silêmanî nîne.

Ji aliyê xwe ve, Rêvebirê Asayîşa Kerkûkê Helo Necat taybet ji BasNewsê re got: “Ew gotegot dûrin ji rastiyê û ew Pêşmerge nehatine azadkirin.”

Helo Necat derbarê cihê niha yê ku Pêşmergeyên dîl got: “Li gor zaniyariyên nûçegirên me, ew li qezaya Hewîce ne û heta îrojî di girtîgehê de ne.”

Li ser hejmara Pêşmergeyên dîlên li cem DAIŞ`ê Helo diyar kir ku “Ji sînorê Kerkûkê nêzîkî 25 Pêşmerge di meha Hizêrana sala borî windane.”

Di êrîşeke çekdarên DAIŞ`ê de bo ser eniyên şer li başûrê parêzgeha Kerkûkê, hejmarek Pêşmerge bi dîl ketine destê çekdarên wê rêxisitnê, lê zaniyariyên temam li berdestê wan nînin li ser şehîdkirin yan di jiyanê de mane, Wezareta Pêşmerge jî wê yekê diyar dike ku, hemû hewilan didin ji bo azadkirina wan Pêşmergeyan.

Basnews
Top