• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hadî Amirî: Hêzeke Heşda Şeibî wê biçe Kerkûkê

Gulan Media February 15, 2015 Nûçe
Hadî Amirî: Hêzeke Heşda Şeibî wê biçe Kerkûkê
Fermandarekî çrkdarên Heşda Şeibî dibêje ku dê 3 lîwayêm wê hêzê biçine nava Kerkûkê, çavkaniyeke ewlekarî jî aşkere dike ku wê Qasim Silêmanî dema derbasbûna wê hêzê dê li wî bajarî amade be, tevî ku berî niha Serokê Herêma Kurdistanê fermana rêgirtin li hatina wê hêzê bo nava Kerkûkê dekiribû.

Piştî biryra Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo rêgirtin li hatina çekdarên Heşda Şeibî bo nava bajarê Kerkûkê, Fermandarê yekîneyeke leşkerî ya wê hêzê û Emîndarê Giştî yê Rêxisitna Bedir, Hadî Amirî aşkere kir ku, piştî êrîşên çekdarên DAIŞ`ê bo ser Kerkûkê, ewê biçin nava wî bajarî.

Çavkaniyeke ewlekarî ji ajansa AFP re ragihandiye ku, di heyama 2 rojên bên de, Hêzên Heşda Şeibî wê biçin nava wî bajarî û tê çaverêkirin ku, fermandarê Feyleqa Quds a Îranî, Qasim Silêmanî li Kerkûkê amade be ji bo ku ji nêzîk ve, ji rewşa bajar agahdar be.

Di vê derbarê de, Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Mihemed Ubeydî ji AFP re ragihand ku, hatina wê hêzê bo Kerkûkê rewşê aloztir dike û perçebûnê bêhtir dixîne navbera pêkhat û neteweyên wî bajarî.

Li gor piraniya siyasetmedarên Iraqê û Rêxistinên Civaka Sivîl, Hêzên Heşda Şeibî gelek tawanên dijî xelkê bajarê Diyale û Tikrîtê û navçeyên Celewla û Daqoqê encamdane.

Herwiha Amirî bi AFP ragihandiye ku, rêkeftin li ser belavkirina 3 Lîwayên ser bi Hêzên Heşda Şeibî ve li bajarê Kekrûkê hatiye kirin, ew jî bi biryara Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî ye, ew 3 Lîwane jî rasterast wê dibin fermana Ebadî de bin, bi gotina wan be jî, ev biryara Ebadî piştî serdana Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê bo Kerkûkê Felah Feyaz, hat.

Çavkaniyekê ji ajansa AFP ragihandiye ku, Hikûmeta Iraqê mijûle bi avakirina 6 Lîwayên Zêrevanên Niştimanî li Kerkûkê ku, biryare ji pêkhateyên wî bajarî werin pêkanîn.

Basnews
Top