Azadkirina gundên Kobanê berdewam e
Li gor rêxistineke mafên mirovan a Sûrî şervanên Kurd bi alîkariya firokeyên hevpeymanan û piştgiriya Hêzên Pêşmergeyên kurdistanê, kontrola nêzîkî 163 gundên li derûberên Kobanê li Rojavayê Kurdistanê vegerandin jêr destê xwe.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan li ser zarê çavkaniyên “pêbawer” radighîne ku şervanên kurd bi piştgiriya Hêzên Pêşmerge li derdora Kobanê bipêşd diçin û kontrola 162 gundan vegerandine jêr destê xwe.
Rêxistinê navborî amaje bi wê yekê da ku eniyên şer bipêşdeçûnên hêdî ji aliyê şervanên Yekîneyên Gel û ketîbeyan ve dibîne ji ber ku pevçûn gihiştine hêlên bergiriyê yên ku DAIŞ ew li rojhilatê çemê Firatê, li rojava û başûr rojavayê Kobanê, xurt kirine.
Ji aliyekî din ve (Nivîsgeha Nûçeyên Sûriyê) ragihand ku DAIŞ piştgiriya leşkerî aniye bajarok û gundên ku dikevin jêr kontrola wê li derdora Kobanê de. Nivîsgehê li ser zarê rêveberê hevrêziya mixalefetê li bajarokê Şiyûx ê ragihand ku rêxistinê 3 reşaşeyên giran û çekên navendî û bi dehan çekdar ku wan hertim diguherînê aniye wê deverê.
Nivîsgehê diyar kir ku, anîna piştgiriyê ji aliyê DAIŞê ve piştî wê yekê tê ku, hêzên Kurdî ji bajarê Cerablusê nêzîk dibin.
Basnews
