Bi Wêne... Kurdên Bakûr ji bo azadîya Ocalan meşîyan
Salvegera 15'ê Sibata 1999'an Roja Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gelek bajaran û navenda bi meş û daxuyaniyan hat şermezarkirin û hate xwestin ku Ocalan serbest bê berdan.
Li Amedê endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê bi armanca şermezarkirina salvegera komploya navneteweyî ya di 15'ê Sibatê de li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatî ji ber avahiya saziyê heta Parqa Koşuyoluyê meşiyan. Dayikan bi armanca şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê kincên reş li xwe kirin û pankarta "Em ê roja reş bi azadiya Rêberîtî ronî, bi Kurdistana xweser komployê vala derxin" hate vekirin û dirûşmeyên "Bijî Ocalan" , "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Endamê Meclîsa Dayikên Aştiyê Hava Kiran diyar kir ku wekî dayikên aştiyê salvegera komploya navneteweyî ya di 15'ê Sibatê de li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatî şermezar dikin û azadîya Ocalan dixwazin.
Li Colemêrgê jî endamên YDG-H’ê li navenda sûkê çalakî li dar xistin. Ciwanan bi molotof û bombeyên deng avêtin maşîneya zirxî ku her tim li navenda sûkê disekine. Piştî demekê bi dehan maşîneyên zirxî û TOMA hatin sûkê dorpêç kirin û polîsan bi bombeyên gazê êrîşê ciwanan kir. Polîsên ku ji maşîneyên zirxî peya bûn jî bi çekan dan pey ciwanan. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin di kuçeyan de 3 ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê jî meşeke girseyî pêk hat. Bi hezaran kes serê sibê di navbera konbajarê Suphî Nejat Agirnasli, Rojava û Kobanê hatin cem hev û dest bi meşê kirin. Di meşê de pankarta “Em komploya navnetewî ya 15 Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin” hat vekirin. Jin û ciwanên Kobanê û Pirsûsî bi cilên gelêrî beşdarî meşê bûn, û esnafan jî kargehên xwe girtin beşdarî meşê bûn û bi erbana ber bi sûkê meşiyan.
Li navçeyên Sêwerek, Wêranşar û Bêrecûkê jî bi heman armancê meş hate lidarxistin.
Li bajarên Wan, Muş, Mêrdin, Sêrt, Elezîz, Şirnex, Bêdlis, Hatay, Mêrsin, Enqere, İzmîr û gelek bajarên di jî bi deh hezaran kesan 15 sibatê bi meş û daxuyanîyan şermezar kirin.
Xendan
