• Tuesday, 17 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Ebadî nakokiyan çareser dikin

Gulan Media February 15, 2015 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Ebadî nakokiyan çareser dikin
Îro şandeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê dike û ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dicive.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re danê nîvro digihên Bexdayê û seat 13:30 ligel Ebadî dicivin.

Herdu alî rêkeftina xwe ya dawî û nakokiyên di navbera xwe de gotûbêj dikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê ragihand: “Herêma Kurdistanê girêdayî rêkeftina xwe ya ligel Bexdayê ye. Em ji aliyê xwe ve dixwazin ku ew rêkeftin were cîhbicîhkirin, ji ber ku ji herdu aliyan girîng e.”

Nêçîrvan Barzanî ji Rûdawê re got: “Mijara sereke ya civîna me ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye.”

Di wê rêkeftinê de, herdu alian lihev kirin ku Herêma Kurdistanê rojane 550 bermîl petrol ji Kerkûk û herêmê bide Bexdayê û ji aliyê xwe ve Bexda jî % 17 ji butceya giştî ya Iraqê bide Herêma Kurdistanê.

Ew rêkeftin li gorî biryara Encumena Wezîran a Iraqê, gerek ji destpêka vê sale ve ketiba warê cîbicîkirinê, lê Bexda heta niha budce ji Kurdistanê re neşandiye.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Nivîsingeha Serokwezîrê Iraqê Sead Hedîsî ji Rûdawê re ragihand: “Tê çaverêkirin ku di nav danûstandinan de, hevahengiya ewlehî li navçeyên madeya 140 di navbera herdu aliyan de û pirsa cîbicîkirina rêkeftina dawî, werin gotûbêjkirin.”

Şanda Herêma Kurdistanê di serdana xwe ya vê carê de dê bi pêşniyarên nû ji bona bicîhanîna rêkeftina Hewlêr û Bexdayê derkeve pêşberî rayedarên Iraqê.

Ku di heyama sê mehên yekem ên îsal de rojê 300 hezar bermîl, di heyama sê mehên din de rojê 400 hezar bermîl û di 6 mehên din ên salê de jî rojê 625 hezar bermîl petrol bişînin derve.

Rudaw
Top