Di xwepêşandanên bo Ocalan de 23 kes hatin girtin
Di xwepêşandan û çalakiyên potestoyan de li Şirnexê 17, navçeya Wêranşar a girêdayî Rihayê 5 û Sêrtê jî kesek hat desteserkirin.
Hêzên ewlekariya Tirkiyeyê li navçeya Cizîrê ya girêdayî parêzgeha Şirnixê bi gaza bîberê û ava şidayî êrişê Ciwanên Rêya Îpekê ya navneteweyî Cizîrê-Silopiya û rêya Hezex-Nisêbîn li çûnûhatinê girtin, kir.
Li Silopiyê jî xwepêşandaran molotof kekteylî avêtin TOMAyên polîsan û herwiha molotofek li cihê rojnamevan ku dîmen dikêşandin ket û di encama wê de jî peyamnerê Dicle Haberê Nedim Oruç ji lingê xwe birîndar bû.
Oruç piştî ku li nexweşxaneyê hat dermankirin ji nexweşxaneyê derket.
Rudaw
