• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî vegeriya Herêma Kurdistanê

Gulan Media February 15, 2015 Nûçe
Serok Barzanî vegeriya Herêma Kurdistanê
Êvariya duh şemî 14/02/2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê dawî bi serdana xwe ya Ewrûpa anî û li rêya Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê gihîşt paytexta Herêma Kurdistanê.

Hêjayî gotinêye Serok Barzanî li ser‌ vexwendineke fermî ya ji bo beşdarîkirina li Konferansa Asayîşa Cîhanî li Munîx serdana Ewrûpa kir û li demên konferansê jî li gel hejmarek berpirs û siyasetmedarên welatên cîhanê hevdîtinan pêkanî û piştî temambûna konferansê jî serdana welatê Fransa kir û li gel Serok û berpirsên mezinên Fransa civiya. Her wiha welatê Awusturya wêstgeha dawî ya serdana Serok Barzanî bû û li wir li gel Serokê Awusturya civiya.

Rudaw
Top