• Tuesday, 17 February 2026
logo

Malbatên pêşmergeyên dîlgirtî derketin xwepêşandanê

Gulan Media February 14, 2015 Nûçe
Malbatên pêşmergeyên dîlgirtî derketin xwepêşandanê
Li taxa Kurdistanê ya bajarê Kerkûkê, malbat û merivên wan 17 pêşmergeyên ku bi dîl ketine destê DAIŞê de, xwepêşandanek lidar xistin û daxwaz ji PDK û YNKê kirin ku ji bo azadkirina wan pêşmergeyan tevbigerin.

Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê ragihand: “Derdora 70 kesî ji malbat û merivên wan pêşmergeyên di destê DAIŞê de ne, dest bi xwepêşandanekê kirin û biryar e di wê xwepêşandanê de peyamek were xwendin û daxwaz ji PDK û YNKê werekirin ku bi ciddî bo çarenivîsa wan pêşmergeyan tevbigerin.”

Herwiha biryar e ew xwepêşander daxwaznameyeke taybet pêşkêşî Encumena Siyasî ya Erebî li Kerkûkê bikin da ku navberiya wan bike û hewla rizgarkirina wan pêşmergeyên di destê DAIŞê de bidin.

Duhî çekdarên DAIŞê vîdyoyek belav kirin û tê de çend kes di nava qefesan de li navçeya Hewîceyê ya parêzgeha Kerkûkê diyar dibin, ku dibêje ew kes pêşmerge ne.

Lê heta niha ew vîdyo ji aliyê çavkaniyên fermî nehatiya piştrastkirin.

Rudaw
Top