• Tuesday, 17 February 2026
logo

Bi fermana Barzanî rêgirî li grûpek çekdar tê kirin

Gulan Media February 14, 2015 Nûçe
Bi fermana Barzanî rêgirî li grûpek çekdar tê kirin
Bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, çûna grûpa çekdar a Heşda Şeibî bo nava bajarê Kerkûkê hatiye qedexekirin, çavkaniyek jî dibêje ku, bi hemûş aweyan rêgirî li hatina wê hêzên bo nava Kerkûkê tê kirin.

Berpirsê Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Kerkûk-Germiyanê Mihemed Kemal ji BasNewsê re ragihand ku “Bi fermana Barzanî, çûna Heşdê Şeibî bo nava bajarê Kerkûkê hatiye qexekirin. Bi ti awayekî jî rê nayê dayîn ku Heşda Şeibî biçe nava Kerkûkê.”

Mihemed Kemal diyar kir ku “Xelkê Kerkûkê bi hemû pêkhateyan ji Kurd, Ereb û Tirkmenan li dijî wê yekê ne ku grûpa Heşdê Şeibî were nava Kerkûkê.”

Navborî diyar kir ku, parêzgarê Kerkûkê bi xwe jî ne ligel hatina wan çekdaran bo nava Kerkûkê ye, tenê fermandarê wê grûpê Hadî Amirî dixwaze ew grûp derbasî nava Kerkûkê bibe.

Li gor zanyariyên BasNewsê, biryar bû di van nêzîkan de 6 hezar çekdarên Heşda Şeibî bi serpereştiya Hadî Amirî bêne navîeya Kerkûkê.

Heşda Şeibî grûpeke çekdar a Şîeyên Iraqê ye, çavkaniyên ewelkarî û medyayî jî diyar dikin ku ew grûp fermanên xwe ji Îranê werdigire.

Basnews
Top