DAIŞ li Enbarê pêşde diçe
Berdevkê Pêntagonê John Kirby di daxuyaniyekê de got, di heyama 2 mehên borî de ev cara yekê ye ku DAIŞê li parêzgeha Enbarê pêşde diçe.
Kirby herwiha got, Artêşa Iraqê li navenda Eyin Elesed ya leşkerî rûbirûyê êrişeke çekdarên DAIŞê bûn ku hejmara wan 25 çekdar bû û di nava wan de kesên xwekuj jî hebûn.
Berdevkê Pêntagonê eşkere kir ku di encama êrişê de piraniya wan çekdaran hatin kuştin.
Wezareta bergiriyê ya Iraqê jî ragihand ku di wê êrişa DAIŞê de 8 kes li nêzîk navenda Eyin Elesed hatine kuştin.
Rudaw
